Çavdêr: Hin komên milîşya û hêzên herêmî rêyê li asayîkirina rewşa Şingalê digirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Nebûna xizmetkariyan li sinorê qezaya Şingalê sedema serekî ya venegeriyana awareyên sinorê wê qezayê ye, lê çavdêr wesa difikirin ku gelek sedemên din jî hene ku gelek ji wê hizirkirinê hestyartir û mezintir in ku tenê di nebûna xizmetkariyan de bên biçûkkirin.
Çavdêr tekez dikin ku hin komên milîşya û hêzên herêmî rêyê li asayîkirina rewşa Şingalê digirin û ecêndayên derekî bi cih tînin, lewma jî rêyê nadin bicihanîna lihevkirina Şingalê, ku di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê de bi çavdêriya navdewletî hatiye îmzakirin.
Lihevkirina Şingalê ew girêya hişk e ya ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê herdem ji bo asayîkirina rewşa wê qezayê tekezê li ser dike, û ji aliyê Hikûmeta Îraqê ve tê piştguhxistin. Tevî ku şiroveyên gelek mijarên medyayî sedema venegeriyana awareyên Şingalê ji bo nebûna xizmetkariyên destpêkî yên jiyanê li bajarê wan vedigerînin, lê li dû gotina çavdêr û şirovekerên siyasî, gelek sedemên hestyartir li pişt wê mijarê hene. Tevaya sedeman jî rehendên siyasî hene û mijar gelek ji wê yekê mezintir e ku tenê di nebûna xizmetkariyan de bê biçûkkirin.
Li dû gotina çavdêran, ji ber giringiya pêgeha cografî ya Şingalê, berê gelek komên milîşyayan û hêzên herêmî ji bo meremên wan ên siyasî li wê deverê ye û berjewendiyên xwe di asayînebûna rewşa Şingalê de dibînin, ne tenê ji bo meremeke navxweyî, belkî pêxemetî gelek ecêndayên derve jî astengan dikin di rêya bicihanîna lihevkirina Şingalê de.
Tevî ku naveroka wê lihevkirinê, ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatiye îmzakirin, tekezê li ser derkeftina komên çekdar û danedesta doza ewlehiyê bi xelkê wê deverê û polîsên federalî dike, lê heta niha jî gelek komên cuda li Şingalê bizavê ji bo xwesepandinê dikin.
PKK wesa li devera Şingalê dinêre ku di navbera Başûrê Kurdistanê û Îdareya Xweser li Rojavayê Kurdistanê de derazînkek e, ku ecêndaya xwe li bakurê rojhelata Sûriyeyê bi cih tîne. Vê yekê jî wesa kiriye ku PKK berdewam bizavê ji bo sepandina hejmona xwe li ser deverê bike û herdem astengan bike di rêya bicihanîna wê lihevkirinê de.
Heşda Şebî jî qet berhev nîne rêyê bide bicihanîna lihevkirina Şingalê, xasma ew komên çekdar ên ku ji bo ecêndayên derve kar dikin û Şingalê wekî derazînkeke giring ji bo gehiştina Libnan û Sûriyeyê dibînin.
Ji ber berjewendiyên hevpar û siyasî, komên milîşyayên Îraqê û PKK bûne hevpeymanên eşkere û çi deman guh nedaye biryar û lihevkirinên Hikûmeta Îraqê û xwe di ser qanûn û dewletê re dîtiye. Ji ber hebûna destekî herêmî jî li pişt wan kom û rêkxistinan, Hikûmeta Îraqê herdem di bicihanîna wan lihevkirinan de bêşiyan derkfetiye ku berivajî xwasteke ecêndaya wan in.