Di bûyerên li dijî Sûriyeyîyan de, 474 kes hatine bincavkirin

Diyarbekir (K24) - Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da zanîn ku di çalakiyên hember Sûriyeyîyan de 474 kes hatine binçavkirin, amaje jî kir ku ew dê rê nedin çalakiyên wisa poravakatîf.

Piştî ku li bajarê Kayseriyê yê Tirkiyeyê li dijî Sûriyeyîyan êrîş pêk hatin, ev yek li tevahiya Tirkiyeyê belav bû û şeva derbasbûyî jî çalakiyên li dijî Sûriyeyîyan dom kirin.

Di derheqa vê mijarê de, Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê da zanîn ku, di bûyeran de heta niha 474 kes hatine binçavkirin ku ji van kesên hatine binçavkirin 285 kes beriya niha tevlî tawanên wek destdirêjiyê, diziyê û qaçaxçîtiyê bûne.

Alî Yerlîkaya bang li welatiyan jî dike ku nekevin tora kesên ku ev lîstok amade kiriye û ji welatiyan dixwaze ku serî li rêyên derveyî hiquqê nedin û zirarê nedin malên ti kesan.

Fly Erbil Advertisment