Serok Barzanî li Bexdayê pêşwazî li Balyozê Çînê li Iraqê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro piştî nîvro li Bexdayê pêşwazî li Balyozê Çînê li Iraqê Tsui Wei kir.

Di hevdîtinê de, rewşa siyasiya Iraqê hate gotûbêjkirin û Serok Barzanî sedemên serdana xwe ya bo Bexdayê û hevdîtinên li gel aliyên siyasî yên Iraqê şîrove kir.

Serok Barzanî ragihand, niyeta çareserkirina kêşeyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal de tê dîtin û bi derfeteke baş ji bo çareserkirina pirsgirêkan û berçavgirtina berjewendiyên netewî zanî.

Di hevdîtinê de, Balyozê Çînê dilxweşiya xwe ya li hember serdana Serok Barzanî bo Bexdayê nîşan da û piştevaniya welatê xwe jî bo çareserkirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê ragihand. Herwiha dilxweşiya xwe ji bo diyarkirina roja hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê jî nîşan da.

Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Çînê de di warên cuda cuda de, mijareke din a hevdîtin bû.

Fly Erbil Advertisment