Ziyandîtiyên şewata Diyarbekirê: 50 milyon têra zirara me nake
Diyarbekir (K24) – Saziya AFADê ya Tirkiyeyê herêma ketî ber şewatê ya navbera Diyarbekir û Mêrdînê wek “Herêma Karesatê” ragihand û di vê çarçoveyê de bo mexdûran 50 milyon lîre alîkarî hat dayîn. Mexdûr dibêjin hem canê wan çû û hem malê wan çû ku 50 milyon têra qerebûkirina wan nake û di malên gundiyan de şîn û girîn berdewam e.
Ubeydullah Buıxdaycî yê 32 salî di şewata 20ê Hezîranê ya navbera Diyarbekir û Mêrdînê de jiyana xwe ji dest da û 4 zarokên sêwî li duv xwe hişt. Di mala Ubeydullah Bugdaycî de şîn berdewam e. Endamên Malbata Ubeydullah dibêjin gundên ketîn ber şewatê wek herêma karesatê hatin ragihandin û ji bo 4 gundan 50 milyon lîre hat şandin lê li ber zirara wan û mexduriyeta wan pereye ku hatiye şandin qet têra wan nake. Malbata Ubeydullah Bugdaycî dibêje ew dixwazin xwedî li zarokên wî jî were derketin û alikariyek zêdetir were dayîn.
Birayê Ubeydullah Bugdaycî, Elî Bugdaycî: “Hem canê me şewitî û hem malê me şewitî, 4 zarokên birayê min mane. Em dixwazin bo wan alîkariyek were kirin.”
Pismamê Ubeydullah Bugdaycî, Ekrem Bugdaycî: “50 Milyon têra me nake, zirara me tenê , 30 milyon e ma ka wê 50 milyon çawa têra 4 gundan bike.”
Ji Mêrdîn û Diyarbekirê 4 gund ketibun ber şewatê û bi tevahî 55 milyon lîre bo wan hatiye rêkirin. Nunerên gundên ketîn ber şewatê jî amaje dikin ku ragihandina Herêma Karesatê gavek erênî ye lê pereyê bo wan hatî şandin li gorî zirara wan kêm e û daxwaza alîkariyek zêdetir dikin.
Muxtarê Gundê Tobiniyê Huseyîn Çelebîoglû: “Rast e, alîkarî şandine, mala wan ava, lê têra zirara me nake. Têra êma ajalan nake. Ji xwe 15 mirovên me şewitîn, çawa têra zirara mirovan dike.”
Şewata 20ê Hezîranê mexduriyeteke din jî derxist holê ku ji ber ku zeviyên ajal lê diçêrin hemu şewitîn ajal di axuran de mane ku bo vê yekê jî gundî li benda çareseriyê ne.