Dadgehê biryara girtinê ji bo Şaredarê Berê yê Navçeya Rezanê ya Diyarbekirê da

Diyarbekir (K24) - Di çarçoveya doza gendeliyê ya Şaredarê Berê yê Navçeya Rezanê ya Diyarbekirê Huseyîn Beyoglu de, dadgehê biryara girtina Huseyîn Beyoglu da ku berê jî dadgehê dest danîbu ser gelek pereyên Huseyîn Beyoglû.
Sala borî ji bo Şaredarê Berê yê Navçeya Navendî ya Diyarbekir Rezanê Huseyîn Beyoglu bi idîaya ku gendelî kiriye doz hatibû vekirin, Huseyîn Beyoglu hatibû binçavkirin, paşê jî bi merc hatibû berdan.
Li aliyekê jî doz dewam dikir û di rûniştina dawiyê ya dozê de jî dadgehê biryara girtina Huseyîn Beyoglu da. Hefteyek berê dadgehê dest danîbû ser gelek pere, zêr û avahiyên Huseyîn Beyoglu û 15 bergumanên din.
Di wê dozê de kesek bi navê F.K bi awayeke girtî dihat darizandin ku dadgehê biryara berdewamiya girtîbûna F.K da.
Di hilbijartinên 2019an ên şaredariyan de Namzetê HDPê yê Şaredariya Rezan Zeyyat Ceylan bi rêjeya %70.34 119 hezar û 369ê dengan wergirtibû, Namzetê AkPartiyê yê Şaredariya Rezan Huseyîn Beyoglu bi rêjeya 25.46 42 hezar û 117ê dengan wergirtibû.
Wê demê Ji ber ku Zeyyat Ceylan di dema fermanbariya xwe de bi biryarnameya hikmê zagonî ji kar hatibû derxistin Lijneya Bala Ya Hilbijartinê biryar dabû ku mazbataya şaredarbûnê ji bo namzetê bûyî duyem bide û bi vê rêyê jî Huseyîn Beyoglu bûbû Şaredarê Navçeya Rezanê.