Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li 78 cihan agir bi daristanan ket

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li gelek cihan agir bi daristanan ket. Di encamê de, zêdetir ji 4200 kesan hatine veguhestin. Herwiha 7 kes jî bi tometa pêxistina hatin binçavkirin.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li 78 cihan agir bi daristanan ketiye, 70 ji wan agiran hatine kontrolkirin û belavbûna wan hate rawestandin. Herwiha hewlên vemirandinê agirên din jî didomin.
Heşt agirên mezin ku li Îzmîr, Bolû, Manîsa û çend deverên din derketine, her diçin firehtir dibin ku heta niha 4200 kes ji deverên agir lê derketine hatine veguhestin.
Herwiha hejmareke mezin ji mal û gov tevî ajelan ziyan dîtin û çar gund jî hatine valakirin.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê da xuyakirin, heta niha bi tometa ku bûne sedemê derketina agiran, 7 kes hatine binçavkirin û du kes ji wan hatine zîndankirin.