Alan Hemeseîd: Girêbestkirina mamostayên wanebêj biryareke dîrokî ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî bû

Alan Hemeseîd
Alan Hemeseîd

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Perwerdeyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez dike, “Girêbestkirina mamostayên wanebêj biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi xwe ye.” Herwesa dibêje, “Wezîra Darayî yê Îraqê li roja 04.08.2024ê red kir ku, çi girêbest an damezrandinên herdemî ji bo mamostayên Herêma Kurdistanê îmza bike û biryarê li ser bide.”

Wezîrê Perwerdeyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Alan Hemeseîd tevlî odeya nûçeyan a K24ê bû û bi amadebûna hejmareke nûnerên mamostayên wanebêj got, “Rewşa mamostayên wanebêj berî Kabîneya Nehê gelek xirab bû. Serokwezîr Mesrûr Barzanî li sala 2021ê ferman bi baştirkirina rewşa mamostayên wanebêj kir. Wan mamostayên wanebêj berî Kabîneya Nehê 150 hezar, 200 hezar heta 250 hezar dînaran werdigirtin û rojên bêhnvedan jî jê re nedihatin hejmartin. Bi awayekî li meha Adarê jî, ku piraniya rojên wê bêhnvedan bûn, 16 hezar dînar werdigirtin, lê Serokwezîr Mesrûr Barzanî biryar da vê rewşê biguhere.”

Alan Hemeseîd amaje jî da, “Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi du qonaxan rewşa wanebêjan baş kir. Di qonaxa yekê de, bi rêya rênimayên hejmar 14 pereyê vebirî jê re birî ku digehişt 400 hezar dînaran. Di qonaxa duyê de jî, ew li ser raspardeya Serokwezîr Mesrûr Barzanî çûn Bexdayê û heta bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re jî civiyan û lîsta mamostayên wanebêj bi wî da, lê Wezîra Darayî ya Îraqê Teyf Samî li roja 04.05.2024ê biryar da ku bi çi awayan damezrandin ji bo mamostayên wanebêj ên Herêma Kurdistanê bi awayê herdemî û girêbest nîne.”

Navbirî eşkere jî kir, “Nûnerên mamostayên wanebêj daxwaza dîtina Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir, ji ber ku ew giringiyê bi warê perwerdeyê dide û dilgermê mamostayan e. Paşî ew hevdîtin çê bû û Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi rêya nûnerên mamsotayên wanebêj mizgîniya girêbestkirina tevaya mamostayên girêbest bi wan da û li roja 28.08.2024ê îmza li ser wê biryarê kir.”

Wezîrê Perwerdeyê tekez jî kir, “Ev biryar biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi xwe ye, ji bo dema çar meh û 10 rojan li Bexdayê di peywendî û bizavê de bûn, lê wan berdewam daxwaza mamostayên wanebêj red dikir. Ev di demekê de ye ku, wan di van çend rojan de xelkê xwe damezrandiye, ew jî li beranberî Herêma Kurdistanê stem û nedadperwerî ye.”

Alan Hemeseîd herwesa got, “Hin welat li derdora Herêma Kurdistanê hene ku di dema du salên borî de tenê karîne şeş hezar mamostayan wekî girêbest damezrînin, lê Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi biryareke dîrokî 38 hezar mamostayên wanebêj kirin girêbest û ji nûnerên mamostayan re jî got, “Ev minet nîne, xizmet e û ez xwe jî wekî xizmetkarê mamostayan dibînim.”

Fly Erbil Advertisment