Serokwezîr Mesrûr Barzanî kevirê bingehîn ê 15 baxçeyên zarokan û dibistanan datîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 17ê Îlonê kevirê bingehîn ê 15 baxçeyên zarokan û dibistanan li bajarokê Xebatê yê parêzgeha Hewlêrê datîne.

Ev di demekê de ye, ji bo berfirehkirina jêrxana perwerdeyê û nehîştina sîstema du dewamê û sê dewanê li dibistan û navendên perwerdeyê, Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê hejmarek ode û dibistan nû ava kirine û hejmareke din jî li ber qedandinê ne.

Ji bo sala xwendinê ya nû 2024 – 2025an, îsal di meha îlon û cotmehê de 42 dibistanên nû dê bikevin xizmeta xwendekaran, li gorî vê yekê jî li piraniya dibistanên Herêma Kurdistanê sîstema du dewamê namîne.

Di heyama Kabîneya Nehem de, zêdetir ji 195 avahiyên nû û 460 ode ji bo sektora perwerdeyê li Herêma Kurdistanê hatine avakirin û 1660 dibistan hatine nûjenkirin. Di encamê de, cihên nû ji bo zêdetirî 100 hezar xwendekar di sektora giştî de hatine vekirin.

Her di vê derbarê de, Serperiştyarê Îdareya Serbixwe ya Soranê Helgurd Şêx Necîb roja 15ê Îlonê di konferanseke rojnamevanî de got: “li ser raspardeya Serokwezîr Mesrûr Barzanî 28 dibistanên navçeyên Sîdekan û Mêrgesorê bi bihayê 2 milyar û 10 milyon û 292 hezar dînar tên nûjenkirin.”

Fly Erbil Advertisment