Mesrûr Barzanî: Pêşxistina sektora perwerdeyê pêwîstiya wê bi giringîdan û veberhênana zêdetir heye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîr Mesrûr Barzanî di merasîma danîna kevirê bingehîn ê 15 baxçeyên zarokan û dibistanan de ragihand, “Di çend salên borî de, tevî pirsgirêk û qeyranan jî, me li gorî şiyana xwe hertim giringiyê da kerta perwerdeyê. Me rê neda ku pêvajoya perwerdeyê di dema Koronayê de raweste.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Di çend salên borî de, tevî pirsgirêk û qeyranan jî, me li gorî şiyana xwe hertim giringiyê da kerta perwerdeyê. Me rê neda ku pêvajoya perwerdeyê di dema Koronayê de raweste. Lêbelê, pêşveçûna sektora perwerdehiyê pêwîstiya wê giringîpêdan û veberhênanê heye, lêbelê, pêşveçûna sektora perwerdehiyê pêwîstiya wê giringîpêdan û veberhênanê heye, ji ber ku veberhênana li ser çavkaniyên mirovî û nifşê paşerojê, veberhênana herî mezin û sûdmend e.”
Herwiha got: “ji bo ku xwendekarên me yên delal di keşeke rehet de bixwînin, pêwîstiya me bi dibistan û pêdawîstiyên zêdetir heye. Divê dibistan jî bigihînin asta standardan.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi wê kir: “Mixabin di van salên dawî de ji ber rewşa Kurdistanê û nebûna planeke berfireh û hemû fişarên li ser Herêma Kurdistanê, jêrxaneyeke baş ji bo sektora xwendinê nehatiye avakirin. Lewma ji bo pêşxistina vê sektora girîng gelek xebat li pêşiya me hene. Di van salên dawî de hem Wezareta Perwerdeyê bi xwe û hem jî sektora taybet karîn bi dehan dibistan ava bikin û bi hezaran dibistan nûjen bikin.”
Got jî: “Tiştê ku min ji Wezîrê Perwerdeyê bihîstiye, heta dawiya îsal dê 194 dibistan bên avakirin û 1670 dibistan jî bên nûjenkirin. Kevirê bingehîn ê van 15 dibistanan îro bi alîkariya sektora taybet tê danîn. Di dema dawî de, me kesên ku beşdarî avakirina dibistanan ji bo sektora perwerdehiya giştî bûne, xelat kirin, her ji ber vê yekê pêwîst e em spasiyên xwe ji wan re bînin ziman.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî got, herêma Xebatê hêjayî xizmetguzariyên zêdetir e, ji ber wê jî me pilan û bername ji bo vê herêmê daniye û îro bijartina vê herêmê ji bo danîna kevirê bingehîn ê dibistanan, nîşana giringiya vê herêmê ye.
Di beşeke din a gotara xwe de Serokwezîr got: “Berî mehekê em bi komek mamosteyên wanebêj re rûniştin û me guhdarî li daxwazên wan kir û me got ku ew ê bi peymanê bên damezirandin. Di wê demê de min soz da û daxwaza ji rayedarên pêwendîdar ên hikûmetê, Wezareta Perwerde û Desteya Wezîran kir, ku tedbîran werbigirin ku di kêmtirî mehekê de girêbestên wan bidawî bibe. Kêfxweş im ku me di heyama kêmtir ji mehekê de ev soza xwe bicih anî, lewra hêvîdar im ku ev mamosta karibin di paşerojê de wek mamostayên bi girêbest erkê xwe yê pîroz bidomînin.”
Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya hemû mamostayan kir û got: Careke din spasiya wan mamosteyan dikim ku bihna wan dirêj bû, tevî hemû qeyran û zehmetiyên jiyanê, lê wan hînkirina şagirtên me yên ezîz berdewam kirin, ji ber vê yekê ez ji wan re serkeftinê dixwazim.”