Konsulê Çînê: Tîmeke dezgeha K24ê li Çînê mijûlî amadekirina raportekê ye

Liu Jun
Liu Jun

Navenda Nûçeyan (K24) - Konsulê Giştî yê Çînê li Hewlêrê amajeyê dide serdana tîma dezgeha K24ê ji bo welatê wan, herwesa vê yekê wekî pareke peywendiyên giştî yên navbera Herêma Kurdistanê û Çînê binav dike.

Konsulê Giştî yê Çînê li Hewlêrê Liu Jun îro (Pêncşem, 19.9.2024) li Hewlêrê di merasîmên salvegera 75ê ya damezrandina Komara Çînê ya Milî de got, “Tîmeke dezgeha K24ê li Çînê ye û raporteke taybet li ser Çînê di warên cuda cuda de amade dike.”

Liu Jun amaje jî da, “Konsulxaneyan di van sê salan de li Herêma Kurdistanê çend pilan bi hevparî ji bo pêşxistina astê peywendiyan bi cih anîne.”

Navbirî di pareke din a gotinên xwe de got, “Em serbilind û dilxweş in ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî tevlî merasîmên salvegera 75ê ya damezrandina Komara Çînê ya Milî dibe.”

Konsulê Giştî yê Çînê ron jî kir, “Çîn di salên borî de hevpareke giring a welatan bû, herwesa Herêma Kurdistanê jî li Rojhilata Navîn pêgeheke stratejîk heye.”

Liu Jun herwesa got, “Li Çînê bi giringî ve li peywendiyên me yên bi Herêma Kurdistanê re dinêrin û derfeteke zêde ji bo pêşxistina peywendiyan û hevahengiyên dualî heye.”

Navbirî tekez jî kir, “Bihevrekarkirina navbera Çîn û Herêma Kurdistanê gelek feyde ji bo her du aliyan hene.” Herwesa got, “Hebûna pişka zimanê Çînî li zanîngeha Selahedînê li ser pêşkeftina peywendiyan di warên cuda cuda de û xasma jî di warê çandî de belge ye.”

Fly Erbil Advertisment