Artêşa Îsraîlê kuştina serkirdeyekî Hizbullahê li Beyrûtê ragihand

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Israîlê ragihand, Serokê Erkanê Hizbullahê Suhêl Husên Huseynî di êrîşeke wê ya li ser Beyrûtê de hat kuştin.
Artêşa Îsraîlê îro 8ê Cotmehê di daxuyaniyekê de ragihand, firokeyên wan ên şer li Beyrûtê êrişên hûr pêk anîne û Suheyl Huseyin Huseynî kuştiye.
Diyar kir jî, Huseynî berpirsê veguhestina çekan di navbera Îran û Hizbullahê de bû û berpirsê belavkirina çekên qaçax li yekîneyên cuda yên Hizbullahê bû.
Artêşa Îsraîlê aşkere kir, Suhêl Husên Huseynî endamê “Encûmena Cîhadê”, foruma leşkerî ya bilind a Hizbullahê bû.
Da zanîn jî, sîstema erkanê ya Hizbullahê, Yekîneya Vekolîn û Pêşketinê dihewîne, ku taybet e bi çêkirina mûşekên arastekirî û embarkirin û veguhestina alavên şer bo hundirê Libnanê.
Artêşa Îsraîlê got, Huseynî di çarçoveya erkên xwe de, kar ji bo projeyên herî hestiyar ên rêxistinê dikir, ji wan jî planên operasyonên şer û planên pêkanîna êrîşên ji xaka Libnan û Sûriyeyê ve li dijî Îsraîlê.
Artêşa Israîlê ji roja 23ê Îlonê ve êrîşên xwe li ser Hizbulahê girantir kirine, roja 27ê Îlonê Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Hesen Nesrullah di êrîşeke li ser Beyrûtê de kuşt û piştre dest bi operasyoneke bejahî li başûrê Libnanê kir.