Arî Hersîn: Binemalên şehîd û Pêşmergeyan tola wê sivkatiyê ji Bafil û Qubad vedikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsê Liqa 4ê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li ser tomara dengî ya navbera Bafil Talebanî Qubadê birayê wî dibêje, “Ez bi bihîstina gotinên wan her du birayan şok nebûm ji ber ku wan gelek serbor di wî warî de hene.” Tekez jî dike ku li roja 20ê vê mehê, binemalên şehîd û Pêşmergeyan tola wê sivkatiyê ji Bafil û Qubad vedikin.
Berpirsê Liqa 4ê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Arî Hersîn ji Bafil û Qubad Talebanî re got, “Hûn bi balafirê ji Londonê hatine Kurdistanê û we xwe kiriye xwediyê tiştekî ku yê we nîne.”
Arî Hersîn herwesa got, “Ez bi wan gotinên navbera wan her du biryan şok nebûm ji ber ku em boriya wan dizanin û ev ne cara yekê ye ew di hilbijartinan de bizavê ji bo sextekariyê dikin.”
Navbirî ron jî kir, “Ku ew bi Ingilîzî diaxivin jî belge ye ku ew li Kurdistanê nehatine ser dinyayê û li Kurdistanê mezin nebûne, ji bo vê civakê xerîb in.”
Berpirsê Liqa 4ê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) tekez jî kir, “Binemalên şehîd û enfalkiriyan li roja 20ê vê mehê dê tola xwe ji wan vekin. Ew di peywendiya xwe de gotinên hind ast nizim dikin, em şerm dikin werbigêrin. Wan gotinên kirêt jî ji binemalên şehîd û enfalkiriyan re dibêjin.”
Arî Hersîn herwesa got, “Ev hilbijartin dewlet serê xwîna şehîdan û xebat û xweragiriya hêza Pêşmergeyên Kurdistanê ye. Eger minet bi wan nîne ku hatine ser haziriyê, ji Londonê bi balafirê hatine Kurdistanê û xwe kiriye xwediyê tiştekî ku yê wan nîne, ew li Kurdistanê biyanî ne. Xelkê Kurdistanê û binemalên şehîd û enfalkirî û Pêşmergeyên qehreman dê tola xwe ji wan vekin.”