Nahît Eren: Pêwîst e pênaseya etnîkî, ziman û partiyên siyasî di destûrê de bên sererastkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Baroya Diyarbekirê Nahît Eren radigehîne, ji bo ku li Tirkiyeyê destûreke nû û demokratîk were nivîsandin, pêwîst e herî kêm madeyên girêdayî pênaseya etnîkî û ziman û partiyên siyasî bên sererastkirin û guhertin.
Serokê Baroya Diyarbekirê, Nahît Eren, di konferanseke rojnamevanî de têbînî û pêşniyarên xwe li ser nivîsandina Destûra ya Tirkiyeyê eşkere kirin.
Eren daxwaz kir, madeyên destpêkê yên destûrê, ku tekezî li ser turkbûna tevahiya xelkê Tirkiyeyê dike, her wiha madeyên 5 û 66 ku dibêjin, li Tirkiyeyê tenê tirk hene û zimanê tirkî heye, bên guhertin, ji ber ku ew made ligel pêkhateya Tirkiyeyê naguncin.
Eren di vê derbarê de wiha got: “Ji destpêkê heta dawiya destûrê, tekezî li ser welatê tirkan, miletê mezin yê tirk, civaka tirk, welatiyê tirk, zimanê tirkî û çanda tirk û dîroka tirk dike. Ez ziman ne li gorî pêkhateya Tirkiyê ye ku ji çendîn etnîkên cuda pêk hatiye. ji ber wê jî pêwîst e destpêkê ev ziman were guhertin û li şûna peyva tirk, Tirkiye were nivîsandin. di mijara ziman de jî, pêwîst e bi rengekî were guhertin ku her kes bikaribe bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdê bibîne û dewlet jî alîkar be bo vê yekê.”