Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bendava Bestoreyê vedike

Navenda Nûçeyan (K24) - Bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bendava Bestoreyê tê vekirin.
Bendava Bestoreyê yek ji pirojeyên giring ên Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, ku ji bo zêdetir giringîdana bi bihêzkirina ewlehiya avê li Herêma Kurdistanê hatiye bicihanîn.
Ev bendav ji cûnê axî ye, bilindahiya wê 30 metir, paniya wê 180 metir û dirêjahiya wê jî 630 metir in. Herwesa ev bendav dikare 20 milyon metrên sêcarkî yên avê vegire û rûberê komkirina ava baranan jî digehe 108 kîlometrên çargoşeyî, ku dê bandor li ser zêdebûna ava binerd û rûbirûkirina hin deveran hebe, herwesa dibe devereke geştyarî û çavkaniyeke zêdekirina berhemê masiyan jî.
Li Herêma Kurdistanê 34 bendavên mezin, navincî û biçûk hene. Tenê di dema Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, şeş bendav (Çemirge, Xinis, Tûrecar, Aqûban û Şewgêr) hatine temamkirin. Îro jî bi vekirina bendava Bestoreyê dibin heft bendav, herwesa biryar e heta berî dawiya îsal karên bendava Gomespanê jî bidawî bên.
Li Herêma Kurdistanê 118 pond jî hene, ku heşt pondên mezin di dema Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatine temamkirin û 43 pondên din jî di piroseya çêkirinê de ne. Li dû gotina rûpîvekî Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bendavên Herêma Kurdistanê dikarin 150 metrên sêcarkî yên avê vegirin.