Li Semsûrê 4 endamên DEM Partiyê hatin binçavkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê navçeya Kolikê yê Dem Partiyê Seîd Dîlek tevî 3 kesên din hatin binçavkirin.
Li bajarê Semsûrê Hevserokê Kolikê Seîd Dîlek di encamê operasyona hêzên ewlekariyê de hate binçavkirin.
Herwiha hêzên ewlekariyê, êrîş birin ser çend malan û sê endamên din yên DEM Partiyê jî ew binçav kirin.
Li gor zanyariyan, serdozgeriya navçeyê Kolikê bi tometa bangeşeya PKKê, biryara binçavkirinê daye.