Zubeyr Aydar: Rewş ji bo proseyeke nû ya çareseriyê guncaw e

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Desteya Rêveberiya KCKê Zubeyr Aydar ragihand, pêwendiya êrîşa li ser TUSAŞÊ bi proseya nû re nîne. Herwiha Aydar banga ragihandina “Agirbesteke dualî û rasteqîne” kir.
Endamê Desteya Rêveberiya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Zubeyr Aydar di kanaleke nêzîkî PKKê de ragihand, sala 2013an ji bo çareseriya pirsa Kurd gav hatibûn avêtin û agirbest hatibû ragihandin. Di wê demê de nebûna tundî û şer û aloziyê di nava civakê de, aramî dirust kiribû.
Aydar got, eger berê agirbestek peyda bûye, îro jî ev yek pêkan e. Em ji bo vê yekê amade ne, ma gelo aliyê din jî bi xwe bawer e yan na?
Aydar got: “Bi ragihandina agirbestê, proseya danûstandinan dê leztir birêve biçin. Beriya ku agirê Rojhilata Navîn bigihe navçeya me, divê em vê pirsê çareser bikin.”
Aydar her wiha got, rewş ji bo proseyeke nû guncaw e û ew piştevaniya peyama Abdullah Ocalan dikin.