IHD: Li Bakurê Kurdistanê di salekê de 36 zarok hatine kuştin

Diyarbekir (K24) – Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Diyarbekirê raportek a binpêkirina mafên zarokan aşkere kir ku li gorî daneyên di raportê de hatine parvekirin di nava salekê de li Bakurê Kurdistanê mafê jiyanê yê 36 zarokan hatiye binpêkirin. Mafnas dibêjin sedema sereke ya binpêkirina mafên zarokan çaresernebûna pirsa kurd e.

Bi boneya 20ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanî li Diyarbekirê ji aliyê Komeleya Mafên Mirovan ve raportek derbarê binpêkirina mafên zarokan de hat parvekirin. Di raportê de binpêkirinên mafên zarokan ên navbera 1ê mijdara 2023 û 1ê mijdara 2024ê de rû dayîn hatine tomarkirin. 

Li gorî raportê nava salekê de li Bakurê Kurdistanê herî kêm mafê 36 zarokan ê jiyanê hatiye binpêkirin, 81 zarok hatine binçavkirin, 21 zarok jî hatine girtin. Mafnas balê dikêşin ku li Tirkiyeyê Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekgirtî bi awayeke ciddî nayê cîbicîkirin.

Endama Komîsyona Zarokan Berfîn Elçî ji K24ê re got: “Tirkiyeyê di sala 1990an de peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekgirtî  îmze kiriye û di sala 1995an de jî  ketiye meriyetê de, ev peyman peymana herî berfireh a derbarê mafên zarokan de ye lê Tirkiye xalên vê peymanê bi temamî cîbicî nake, ev jî dibe sedem ku binpêkirinên mafên zarokan derbikevin holê.”

Rêveberên Komeleya Mafên Mirovan bi taybetî bal kêşandin ser sedemên binpêkirinên mafên zarokan ên Bakurê Kurdistanê ku wek sedema sereke jî çaresernebuna pirsa kurd hat destnîşankirin.

Sekreterê Komeleya Mafên Mirovan Li Şaxa Diyarbekirê Omer Saman dibêje: “Çaresernebûna pirsa kurd sedema zêdebûna binpêkirinan e, wesaîtên zirxî yên hêzên ewlekariyê nav kolanan bêkontrol digerin û zarok dimînin bin de, li gundan zarokên şivantiyê dikin ji şer zirarê dibînin,”

Mafnas balê dikêşin ku hemû erdngiriyên tê de şer heye zarok dibin mexdurên sereke ku li Bakurê Kurdistanê ji bilî şer mexduriyetek din a zarokên kurd heye ku ji mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî bêpar in.

 
Fly Erbil Advertisment