Konferansa Navdewletî ya Perwerde û Fêrkirinê li Hewlêrê tê lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Konferansa Navdewletî ya Perwerde û Fêrkirinê 'ICET2024' bi beşdariya wezîrên perwerdeyê yên Hikûmeta Federal û Herêma Kurdistanê li Hewlêrê tê lidarxistin.

Bi beşdariya 300 berpirs, kesayetî û pisporên perwerdeyê yên Kurdistan û Iraqê, roja 25ê Mijdarê  Konferansa Navdewletî ya Perwerde û Fêrkirinê 'ICET2024' li Hewlêrê tê lidarxistin.

Di merasîma vekirina konferansa 'ICET2 de, Nûnerê Wezîrê Perwerdeyê yê Hikûmeta Federal Dr.Felah Mehmûd, Wezîrê Perwerdeyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Alan Heme Seîd û Cîgirê Konsulê Brîtanyayê li Hewlêrê Charlotte Dixon gotaran pêşkêş dikin.

Zêdeyî 30 sazî û zanîngehên Iraqî, Kurdistanî û navdewletî dê piştgiriya konferansê bikin. Nêzîkî 60 axaftvan dê di panelên konferansê de zindî û serhêl biaxivin.

Armanca konferansê, başkirina proseya perwerde û xwendinê li dibistanên Herêma Kurdistanê û Iraqê ye û herwiha bilindkirina asta şarezayiya mamostayan e.

 
Fly Erbil Advertisment