Mûsa Ehmed: Hîn hejmareke mezin a penaberan li Herêma Kurdistanê heye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî aşkere kir, heta niha jî hejmareke mezin a koçberan li Herêma Kurdistanê hene û pêwîstiya wan bi alîkariyên ajans, rêxistin û Neteweyên Yekgirtî hene.

Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Mûsa Ehmed îro 26ê Mijdarê di merasîma danîna kevirê bingehîn ê Navenda Hişyarkirina Alûdeyên Madeyên Hişbir de got: “Em îro bi serbilindî kevirê bingehîn ê navenda hişyarkirina alûdebûyên madeyên hişbir datînin. Di rojên derbasbûyî de Serok Barzanî di konferansa MEPSê ya Dihokê de gotibû ku madeyên hişbir ji şerê li dijî terorê xerabtir e.”

Herwiha Mûsa Ehmed got: Em weke Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî, çawa ku em Pêşmergeyên Serok Barzanî bûn, ji bo vê pirsê jî emê bibin Pêşmerge û bi hemû hêza xwe emê bixine kar.” 

Got jî: “Serokwezîr ji mêj ve em raspardine ku em di vê kampanyaya niştimanî de alîkar bin, ji bo danîna bibgeheke zanistî û mirovî, ji bo rûbirûbûna madeyên hişbir bi awayekî zanistî.”

Mûsa Ehmed got jî: “Em spasiya rêxistina LDS dikin ji bo hemû piştevaniya Dezgeha Xêrxwazî ​​ya Barzanî û ji bo danîna kevirê bingehîn ê vê navendê, ev 10 sal in LDS hevkareke me ya çalak e. Ji bilî piştgirîkirina vê navendê, piştgirî daye 36 projeyên me.”

Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî amaje bi wê yekê jî kir: “Hîn hejmareke mezin a penaberan li Herêma Kurdistanê hene, ku pêwîste ajans, rêxistin û NY li gel me bin û alîkariya me bikin bo xizmetkirina penaberên ku li vir in.”

Mûsa Ehmed got jî: “Bêguman armanca saziyên hikûmetê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ew bû ku penaber bi silametî û serbilindî vegerin cihên xwe. Her çend e ku rêxistinan di vê kêliyê de dev ji me berdan jî, LDS'ê di vekirina vê navendê de piştgirî da me.”

 
 
Fly Erbil Advertisment