Serokwezîr 9 avahiyên nû yên dibistan û zarokxaneyan li Hewlêrê vedike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî 9 avahiyên nû yên bexçe û dibistanan li Rêveberiya Giştî ya Perwerdeya Hewlêrê vekirin, yek ji wan jî dibistanan amadehiyê ya Ehmed Rêkanî ye ku Serokwezîr serdana wê kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê îro 26ê Mijdarê piştî vekirina dibistana amadeyî ya Ehmed Rêkanî got: “Di çarçoveya bernameyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên ji bo pêşxistina sektora xwendinê, avakirina dibistanên nû û çakkirina çend dibistanên din, em vê dibistanê dikin nimûnek ji bo vekirina çendîn bexçe û dibistanên din ku li ser erkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û beşek ji wan jî ji aliyê sektora taybet ve hatine avakirin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya mamostayên Kurdistanê kir ku rê nedan proseya xwendinê di rojên dijwar de raweste û bi dilsozî erkên xwe bicih anîn û nehiştin xwendekar ji xwendinê bêpar bimînin.

Herwiha got: “Piştî hilbijartinên serkeftî yên Herêma Kurdistanê, em hêvîdar in di zûtirîn dem de hikûmeteke nû ya bihêz û xizmetguzarî pêk bînin û xizmet û bernameyên xwe di warê perwerdeyê de berdewam bikin.”

4 hezar û 500 xwendekar dê ji van avahiyên nû yên ku îro hatin vekirin, sûdê werbigirin

 
 
 
 
Fly Erbil Advertisment