Erdogan: Em rêyê nadin careke din Sûriye bê parvekirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Tirkiyeyê amajeyê dide ku, rûbirûyî her destdirêjî û dijminkariyekê dibin ku li ser azadiya gelê Sûriyeyê û aştî û seqamgiriya wî welatî tên kirin.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan îro (Sêşem, 10.12.2024) ragehand, “Nabe ku careke din rê bê dan ku Sûriye bê parvekirin, belkî Tirkiye li beranberî her kesekî radiweste ku destê xwe ji bo axa Sûriyeyê dirêj bike.”
Erdogan herwesa got, “Ji niha û pê de em rêyê nadin ku Sûriye ser ji nû ve bê parvekirin û em dê rûbirûyî her destdirêjî û dijminkariyekê bibin ku li ser azadiya gelê Sûriyeyê û aştî û seqamgiriya wî welatî bên kirin.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan duhî (Duşem, 09.12.2024) di gotarekê de li Koçka Serokatiyê li Enqereyê got, “Serdema tarî ya Sûriyeyê bidawî hat û serdemeke nû li wî welatî dest pê kir.”
Erdogan amaje jî da, “Helwesta Tirkiyeyê li beranberî Sûriyeyê qet li ser bingeha berjewendiyan nebûye, belkî ji aliyê mirovî ve bûye.”
Serokê Tirkiyeyê behsa wê yekê jî kir ku, Rijêma Esed hemî daxwaz û gaziyên Tirkiyeyê ji bo çareseriya siyasî li wî welatî red kirin û rêz li wan pêşengiyan negirt.