Macron û Erdogan: Divê proseya veguhêz li Şamê bi beşdariya hemû aliyan be

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Fransayê pêşhatên dawî yên li Sûriyeyê gotûbêjkirin û li ser pêkanîna hikûmetekê ku hemû aliyan li xwe bigire hevnêrîn bûn.

Ofîsa Ragihandina Serokomariya Tirkiyeyê duhî 18ê Berçile belav kir, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Fransayê Emmanuel Macron şeva borî pêwendiyeke telefonê kirin. 

Da zanîn jî, her du serokan dilxweşiya xwe ji nemana rejîma Esed derbirîn û dixwaz kirin ku di çarçoveya biryara (2254) ya Neteweyên Yekgirtî de, proseya veguhêz bi beşdariya hemû aliyan birêve biçe.  

Li aliyê din, Serokatiya Fransayê ragihand, Emmanuel Macron û hevtayê Erdogan li ser wê yekê li hev kirine ku proseya veguhestina siyasî li Sûriyeyê, divê rêzê li mafên hemû pêkhateyên li wî welatî bigire.

Her di vê derbarê de, Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noil Barrot jî duhî got: “Macron ji Erdogan re tekezî li ser pêwîstiya tevlîkirina Kurdên Sûriyê di proseya siyasî de kiriye.”

Barrot got: “Em kar ji bo gihîştina lihevkirinekê di navbera Tirkiye û Kurdên Bakurê Sûriyê de dikin.”

Wezîrê Derve yê Fransayê tekezî li ser wê yekê kir, “Divê şerê li Minbic û Kobanê demildest bê rawestandin.”

 
 
Fly Erbil Advertisment