Serok Barzanî: Hêvîdar im rewşa Kurdan li Sûriyeyê li ber çavan bê girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 19ê Berçile pêşwazî li Konsulê Giştî yê Fransayê li Hewlêrê Yann Braem kir.
Baregeha Barzanî di daxuyaniyekê de diyar kir, di civînê de behsa pêngavên pêkanîna kabîneya nû ya Herêma Kurdistanê û derencamên civîna aliyan hate kirin
Serok Barzanî ronahî xiste li ser naveroka civîna ligel aliyên siyasî û ragihand, ji bo bileztirkirina vê proseyê û pêkanîna hikûmetê li ser encamên hilbijartinan, li ser civîn û diyaloga hevbeş li gel aliyan berdewam in.
Baregeha Barzanî da zanîn, rewşa Sûriyeyê, guhertin û metirsiyên derketina terorê û dirustbûna nearamiya li navçeyêm bi giştî jî mijarên din ên civînê bûn.
Li ser pirsa Sûriyeyê jî wek ku di daxuyaniyê de hatiye, “Serok Barzanî hêviya aramî û bexteweriyê ji gelê Sûriyeyê re xwest ku bi diyalog û jihevtêgihiştinê arîşeyên navxweyî çareser bikin. Di vê çarçoveyê de jî, rewşa Kurdan li Sûriyeyê li ber çav were girtin, li gor daxwaz û mafên wan di paşeroja Sûriyeyê de.”