Herêma Kurdistanê û Brîtanya tekezê li ser alîkarî û hevahengiya navbera xwe dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîra Navxwe ya Brîtanyayê bi rêya tilefonê peywendiyê bi Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê re dike û pê re danûstandin li ser çend mijarên ewlehî û pirsên ji bo her du aliyan giring dike.
Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di ragehandinekê de parve kiriye, “Wezîra Navxwe ya Brîtanyayê Yvette Cooper îro (Pêncşem, 19.12.2024) peywendiyeke tilefonî bi Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed re kir û pê re danûstandin li ser çend mijarên ewlehî û pirsên ji bo her du aliyan giring kirin.”
Her di wê ragehandinê de hatiye, Wezîrên Navxwe yên Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê dîtin û nerînên xwe li ser pêşhatên ewlehiyê yên vê dawiyê yên deverê, xasma jî guhertinên Sûriyeyê, li hev guhertin û tekez li ser giringiya pêşxistina alîkarî û hevahengiyên navbera her du aliyan ji bo rûbirûbûna qebxwaziyan kir.
Herwesa her du aliyan pabendbûna xwe ji bo berhingarbûna tawanên rêkxistî û sinordarkirina koça neqanûnî tekez kir, herwesa tekez li ser pêdivîtiya berdewamkirina karkirina hevpar pêxemetî gerentîkirina seqamgirî û ewlehiya deverê kir.
Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê heza Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo bihêztirkirina hevpariya navbera Herêma Kurdistanê û Şanişîna Hevgirtî û zêdetir mukomkirina peywendiyên dualî tekez kir.