Konsulê nû yê Îranê li Herêma Kurdistanê dest bi karê xwe dike
“Herêma Kurdistanê herdem bi giringî ve dinêre peywendiyên dostane yên bi welatên deverê û xasma Komara Îslamî ya Îranê re”

Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Konsulê nû yê Îranê re dicive û amajeyê dide, “Herêma Kurdistanê herdem bi giringî ve dinêre peywendiyên dostane yên bi welatên deverê û xasma Komara Îslamî ya Îranê re.”
Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî îro (Yekşem, 22.12.2024) pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû yê Îranê li Herêma Kurdistanê Feramerz Esedî kir.
Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di ragehandinekê de parve kiriye, “Di wê civînê de, ku Birêveberê Peywendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Komara Îslamî ya Îranê re Şakir Hisên jî tê de amade bûbû, Sefîn Dizeyî destpêkirina karî li Konsulê Giştî yê nû yê Îranê li Hewlêrê pîroz kir û daxwaza serkeftinê di erkê wî de jê re kir.
Herwesa Dizeyî piştevaniya Fermangeha Peywendiyên Derve û Dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî, ji bo alîkarî û hevahengiyê pêxemetî zêdetir mukomkirina peywendiyên dualî û berfirehkirina lihevguhertinên bazirganî ji bo feyde û berjewendiya her du aliyan diyar kir.
Her li dû wê ragehandinê, Konsulê Giştî yê nû yê Komara Îslamî ya Îranê rûpela xwe ya fermî ya destpêkirina karî pêşkêşî Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û dilxweşiya xwe jî diyar kir ku li Hewlêrê dest bi karî kiriye, herwesa hêvî xwast ku ew bikarin bi hev re astê peywendiyên navbera her du aliyan jî bigehînin qonaxeke pêşkeftîtir.
Her di wê civînê de behsa peywendiyên dêrîn ên navbera her du aliyan û cîrantiyê hat kirin. Tekez li ser wê yekê jî hat kirin ku, Herêma Kurdistanê herdem bi giringî ve dinêre peywendiyên dostane yên bi welatên deverê û xasma Komara Îslamî ya Îranê re, pêxemetî feydeyê her du gelên dost.