Agirîn Ebdila: Di Kabîneya Nehê de 594 pirojeyên rêyan hatine bicihanîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Wekîlê Wezareta Avedankirin û Akincîkirinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigehîne, “Di dema Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, 594 pirojeyên stratejîk ên rêyan li seranserî Herêma Kurdistanê hatine bicihanîn.” Herwesa dibêje, “Dest bi çêkirina pirojeyên din ên stratejîk ji çêkirina rê û piran hatiye kirin û bi rêjeyeke bilind kar tê de hatiye kirin.”
Wekîlê Wezareta Avedankirin û Akincîkirinê Agirîn Ebdila îro (Pêncşem, 26.12.2024) ji K24ê re ragehand, “Kabîneya Nehê wekî kabîneya rê û rêbaran tê naskirin. Wezareta Avedankirin û Akincîkirinê di dema Kabîneya Nehê de 594 pirojeyên rê û rêbaran li seranserî Herêma Kurdistanê bi cih anîne.”
Agirîn Ebdila got, “Ew pirojeyên li ser budceya weberhênanê hatine bicihanîn, ji çêkirina tunel û pirên mezin û dualî, pirojeyên stratejîk bûn.” Herwesa got, “Rêyên gundan jî ji wê pirojeya stratejîk nehatine piştguhxistin, bi awayekî ku 285 piroje ji bo rêyên gundan bûn.”
Navbirî di derheqa rêya Kelar-Derbendîxanê de got, “Dirêjiya wê rêyê 40 kîlometr e û rêjeya bicihanîna karî tê de nêzî 88% bûye, her di çarçoveya wê pirojeyê de pirek bi dirêjahiya 1200 metran hatiye temamkirin, di werzê yekê yê sala bê de karên wê pirojeyê bi awayekî giştî temam dibin.”
Agirîn Ebdila di derheqa pirojeya rêya Tûwequt-Helebceyê de jî got, “Ew piroje ya rê û piran e, Helebceyê bi rêya Derbendîxanê re girê dide, niha kar tê de kirin û arêşeyên di rêya wê de tên çarekirin.”
Wekîlê Wezareta Avedankirin û Akincîkirinê amaje da pirojeya rêya Hewlêr û Koyeyê jî û got, “Ew pirojeya niha tê bicihanîn du paran vedigire, hin arêşeyên qanûnî hene ku divê bên çarekirin ji bo ku ew piroje bê temamkirin, niha kar li ser wan cihan tê kirin ên ku çi arêşeyeke qanûnî nîne.”
Agirîn Ebdila ron jî kir, “Serokwezîr Mesrûr Barzanî gelek cidî ye ku, pirojeya rêya Hewlêr bo Koyeyê bi standardên bilind bi hev re bê girêdan.” Herwesa got, “Divê pirojeya rêya Korê, Şeqlawe û Qendîlê ku pareke wê temam bûye di çend heftiyên din de bê destpêkirin, zêdebarî tunela Maweranê, bi awayekî ku 98 milyar dînar ji bo wê pirojeyê hatine terxankirin.”
Navbirî eşkere jî kir, “Li Dihokê pirojeya rêya Baedrê wekî pareke şademara rê û rêbaran tê bicihanîn, ji wê giringtir jî rêya Kelek-Berdereşê ye ku rêyeke giring a bazirganî ya parêzgeha Dihokê ye.”