Li Bexdayê îsal herî zêde binpêkirin li dijî rojnamevanan tomar kiriye

Navenda Nûçeyan (K24) – Komeleya Azadiya Ragihandinê ya Iraqê (PFAA) ragihand, îsal herî zêde binpêkirin li Bexdayê li dijî rojnamevanan hatine kirin.
Komeleya Azadiya Ragihandinê (PFAA) rapora xwe ya salane ya binpêkirinên li dijî rojnamevanên Iraqî belav kir û da zanîn, “Îsal binpêkirinên bêwêne li dijî rojnamevanên Îraqî hatin kirin.”
Li gorî komeleyê, îsal 457 binpêkirin li dijî rojnamevanan li parêzgehên cuda yên Iraqê hatine tomarkirin, di nav wan de kuştin, girtin, binçavkirin, gefxwarin, doz û astengkirina karê ragihandinê.
Komeleya Azadiya Ragihandinê got: “Îsal, Bexda bi 105 dozan di rêza herî zêde ya binpêkirinên li dijî rojnamevanan de cih girtiye.”
Tekez kir jî, dezgehên serbixwe û sendîkayên pîşeyî “rola wan a mezin di tolhildan û terorkirina rojnamevanan de li hundirê welat heye.”
Komeleyê destnîşan kir, Sendîkaya Rojnamegeran a ku divê mafên rojnamevaran biparêze, “yek ji wan aliyan bû ku li dijî rojnamevaran doz vekir û moleta kar ji rojnameyan kişand.”