Zelenskyy: Trump dikare Putin rawestîne

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Ukraynayê ragehand, “Serokê nûhilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump dikare encamê wî şerî yekalî bike, ku ev 34 meh in bi Rûsyayê re berdewam e. Herwesa dikare ji bo rûbirûbûna Serokê Rûsyayê Vladimir Putin hevkar be.”
Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy duhî (Pêncşem, 02.01.2024) di çavpêkeftinekê de bi tilevizyona Ukraynayê re got, “Trump dikare yekalîker be, ev ji bo me giringtirîn e.”
Volodymyr Zelenskyy amaje jî da ku, Trump ew haydar kiriye ku piştî destpêkirina karî wekî Serokê Amerîkayê di vê mehê de, ew dê yek ji serdankerên pêşiyê yên Waşintonê be.
Navbirî herwesa got, “Trump dikare di vî şerî de yekalîker be û herwesa dikare Putin jî rawestîne, an jî ji bo rawestandina Putin alîkariya me bike, ew dikare vî karî bike.”
Serokê Ukraynayê ron jî kir, “Serpişkî ji bo seqamgirkirina xeta pêşiyê di destpêka sala nû de ye.” Amaje jî da, “Putin tirs ji danûstandinan heye ji ber ku mimkin e şkestinekê ji Rûsyayê re çê bike.”
Volodymyr Zelenskyy behs jî kir ku, çêbûna aştiyeke dadperwerane ji bo Ukraynayê bi manaya bidestxistina gerentiya ewlehiyê ya bihêz ji hevpeymanên wê û eleqedarbûna wê bi Yekîtiya Ewropayê û wergirtina nameya vexwandinê ji bo eleqedarbûna bi Rêkxistina Peymana Bakurê Etlesî (NATO) tê, ku Mosko vê yekê red dike.
Serokê Ukraynayê tekez jî kir, “Her gerentiyeke ewlehiyê ya bê Amerîka bê goman ji bo Ukraynayê dibe gerentiyeke lawaz.”