Silovakya gefên birîna karebê li Ukraynayê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Silovakyayê radigehîne, “Piştî birîna gaza Rûsyayê bo Silovakyayê ji aliyê Ukraynayê ve, Hikûmeta Silovakya danûstandinan li ser birîna kareba Ukraynayê dike.”
Serokwezîrê Silovakyayê Robert Fico îro (În, 03.01.2025) ragehand, “Piştî birîna gaza Rûsyayê bo Silovakyayê ji aliyê Ukraynayê ve, Hikûmeta Silovakya danûstandinan li ser birîna kareba Ukraynayê dike.”
Robert Fico herwesa ragehand ku, niha hikûmet danûstandinan li ser birîna gazê ji Ukraynayê û kêmkirina alîkariyên mirovî ji bo penaberên Ukraynayî dike, herwesa li ser vedîtina çareseriyan ji bo qerebûkirina wê gaza ji welatê wan hatiye birîn jî dike.
Ev di demekê de ye ku ji destpêka îsal ve, Ukraynayê ew gaz biriye ya ku ji Rûsyayê bo Silovakyayê diçû.
Şerê Rûsya û Ukraynayê li roja 24ê Şibata 2022ê hat destpêkirin û heta berdewam e. Ji ber wî şerî, hejmareke zêde ya xelkê Ukraynayê ji welatê xwe derkeftin û li welatên cîhanê bûn penaber. Bandora wî şerî herwesa li ser gelek welatên deverê jî hebû, ji aliyê aborî û bazirganî û hin aliyên din ve.