Serok Barzanî destpêkirina karî li Konsulê Îranê yê nû pîroz dike

Serok Barzanî û Feramerz Esedî
Serok Barzanî û Feramerz Esedî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî destpêkirina karî li Konsulê Giştî yê nû yê Komara Îslamî ya Îranê li Hewlêrê pîroz dike, herwesa tekezê li ser giringiya peywendiyên navbera Tehran û Hewlêrê dike.

Baregayê Barzanî parve kir, “Serok Mesûd Barzanî îro (Pêncşem, 09.01.2025) li Pîrmamê di hevdîtinêekê de destpêkirina karî li Konsulê Giştî yê nû yê Komara Îslamî ya Îranê li Hewlêrê Feramerz Esedî pîroz kir û daxwaza serkeftinê di erkê nû de jî ji wî re kir.”

Her di wê hevdîtinê de tekez li ser giringiya peywedniyên navbera Komara Îslamî ya Îranê û Herêma Kurdistanê jî hat kirin, herwesa rewş û guhertinên Rojhilata Navîn û deverê bi awayekî giştî jî mijarên tewerekî din ê wê hevdîtinê bûn.

 
Fly Erbil Advertisment