Du hevserokên din jî yên Dem Partiyê ji aliyê polîsan ve hatin girtin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serê sibeha îro du hevserokên din ên Dem Partiyê ji aliyê polîsan ve hatin girtin, herwesa çend endamên Civata Şaredariya Akdenîzê jî hatin girtin û avahiyê Şaredariya Akdenîzê jî ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin.

Perlemanterê Dem Partiyê li Mêrsînê Elî Bozan seet 05:00 ê serê sibeha îro (În, 10.01.2025) li Mêrsînê ragehand, “Hevserokên Şaredariya Akdenîzê li Parêzgeha Mêrsînê ya Tirkiyeyê li ser pişka Dem Partiyê, Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Aslan, di operasyoneke taybet de ji aliyê polîsan ve hatin girtin.”

Perlemanterê Dem Partiyê li Mêrsînê herwesa got, “Bizav tê kirin ku tenahiya Mêrsînê bi rêya nehêlana Serokên Şaredariyan û danana Qeyûman bê têkdan.”

Li dû medyayên nêzî Dem Partiyê, ji bilî hevserokan, endamên Civata Şaredariya Akdenîzê Ozgur Çaxlar, Hikmet Bakirhan û Neslîhan Oruç jî hatine girtin.

Ji bilî girtina Hevserokên Şaredariyê û endamên Civata Şaredariyê jî, avahiyê Şaredariya Akdenîzê jî ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin.

 
Fly Erbil Advertisment