Awareyên Libnanî yên Xaneqînê vegeriyan welatê xwe

Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî ragehandina agirbestê li Libnanê, awareyên Libnanî li Îraqê dest bi vegeriyanê kir lê hejmareke wan heta duhî (Çarşem, 15.01.2025) jî li Xaneqînê mabûn.
Serokê Lijneya Pêşwaziyê ya Awareyan Şêx Hisên Mendelawî îro (Pêncşem, 16.01.2025) taybet ji Malpera K24ê re got, “70 malbatên Libnanî, ku hejmara wan 200 kes bûn, hatin bajarkê Xaneqînê û cihên manê jê re hatin dabînkirin.”
Serokê Lijneya Pêşwaziyê ya Awareyan herwesa ragehand, “Piştî ragehandina agirbestê li Libnanê, di çend rojên borî de hejmareke wan vegeriyan.”
Şêx Hisên Mendelawî herwesa got, “Tenê 37 malbat mabûn, serê sibeha îro tevaya wan jî bi rêya Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê vegeriyan Libnanê.”
Piştî Hizbulaha Libnanê li Cotmeha 2024ê çend moşek avêtin Israîlê, artêşa Israîlê dest bi êrîşeke moşekî bo ser Libnanê kir. Di encamê de jî, hejmareke zêde ya welatiyên Libnanî aware bû û hin ji wan jî hatin Îraqê.