Wezîrê Derve yê Fransayê: Divê Kurd di hikûmeta bê ya Sûriyeyê de beşdar bin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Fransayê ragihand, Fransa pabend e bi beşdariya Kurdan di hikûmeta bê ya Sûriyeyê de.
Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot îro 28ê Çile ji K24ê re got: “Divê li Sûriyê çareseriyeke aştiyane hebe ku rêzê li Kurdan bigire û rola wan di şerê li dijî DAIŞê de li ber çavan bigire.”
Barrot tekez kir jî: “Fransa pabendî wê yekê ye ku divê kurd li Sûriyê bi beşdarî hikûmeta dahatî bibin. Divê çareseriyeke siyasî hebe ku mafên kurdan li Sûriyê bê parastin."
Herwiha amaje bi wê kir, “Ji ber nîgeraniya ewlekariya Tirkiyê, divê çareseriyeke aştiyane ya ku rêzê li Kurdan bigire, were dîtin. Kurd di şerê li dijî DAIŞ’ê de xwedî roleke bibandor in û çekdarên DAIŞ’ê yên li ku Sûriyeyê hatine girtin, divê nebin metirsî li ser ewlekariya herêmê û Ewropayê jî.”