Nêçîrvan Barzanî û Emanuel Macron pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Kurdistanê gengeşe dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Fransayê bi rêya tilefonê peywendiyê bi Serokê Herêma Kurdistanê dike û pê re li ser peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, rewşa Îraq û Herêma Kurdistanê û pêşhatên Sûriye û Rojhilata Navîn û hin mijarên din danûstandinan dike.
Serokatiya Herêma Kurdistanê di ragehandinekê de amaje da, “Şevêdî (Pêncşem, 30.01.2025) peywendiyeke tilefonî ji aliyê Serokê Fransayê Emanuel Macron gehişt Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ku tê de danûstandin li ser peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, rewşa Îraq û Herêma Kurdistanê û pêşhatên Sûriye û Rojhilata Navîn kirin.”
Her di wê ragehandinê de hatiye, “Her du aliyan tekez li ser girinigya zêdekirina bizavan ji bo parastina aramî û seqamgiriyê li deverê kir, herwesa berdewwamiya danûstandinên Herêma Kurdistanê bi Hikûmeta Federalî ya Îraqê re ji bo çarekirina arêşeyên Hewlêr û Bexdayê ji bo seqamgiriya Îraqê giring wesif kir.”
Nêçîrvan Barzanî spasî û rêzên Herêma Kurdistanê ji bo piştgirî û rolê dostane yê Fransa û Macron di alîkarîkirina Îraq û Herêma Kurdistanê bi taybetî de li rojên dijwar tekez kirin. Amaje da wê yekê jî ku, gelê Kurdistanê qet alîkariyên Fransayê ji bîr nake.
Serokê Fransayê Emanuel Macron jî ji aliyê xwe ve tekez li ser berdewamiya piştgirîkirina Fransayê ji bo Îraqê û qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê kir û bal kêşa ser wê yekê jî ku, Fransa bi giringiyeke zêde ve li peywendiyên xwe yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re dinêre, herwesa pesna bizavên Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêxemetî seqamgirî û çarekirina arêşeyan kir.
Her di wê peywendiya tilefonî de, Macron serkeftina hilbijartinên Perlemana Kurdistanê li Nêçîrvan Barzanî pîroz kir û bal kêşa ser bizavên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, her du alî li ser giringiya mafên pêkhateyan li Îraq û Sûriyeyê hevnerîn bûn û tekez li ser mafên Kurdan li Sûriyeyê kir, herwesa danûstandin li ser hejmareke mijarên din jî yên ji bo her du aliyan giring kirin.