Dîwaniye.. di rûdaneke trafîkê de bi dehan kes mirin û birîndar bûn

Navenda Nûçeyan (K24) - Li parêzgeha Dîwaniyeyê ya Îraqê, rûdaneke trafîkê çê bû û di encamê de bi dehan kes mirin û birîndar bûn.
Çavkaniyeke pizişkî ji parêzgeha Dîwaniyeyê îro (În, 31.01.2025) parve kiriye, ji ber rûdaneke trafîkê li ser rêya giştî ya navbera parêzgehên Dîwaniye û Necefê de, 53 kes bûn qurbanî.
Çavkaniyeke pizişkî ji medyayên navxwe re ragehandiye, “Rûdaneke tarafîkê li ser rêya giştî ya Dîwaniye-Necefê rû da.” Herwesa got, “Ew rûdan di navbera pasek û sê erebeyan de çê bûye û ew pas ketiye nav çalekê bi rex rêya giştî ve.”
Wê çavkaniyê amaje jî daye, “Ew rûdan bûye sedema mirina heft kesan û birîndarbûna 46 kesên din, ku rewşa saxlemiya du ji wan nebaş e.” Herwesa gotiye, “Tîmên ambûlansan û karmendên pizişkî û ewlehiyê ji bo rizgarkirina birîndaran û veguhastina terman çûne cihê wê rûdanê.”