Wezîrê Derve yê Fransayê: Em dest ji kurdên Sûriyeyê bernadin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Fransayê tekez kir, ew dest ji Kurdên Rojavayê Kurdistanê bernadin. Herwiha got: “Me navbênkarî di navbera Kurdên Sûriye û Iraqê de kir, ta ku bi hev re bihêztir bibin.

Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot îro 5ê Sibatê li Parlamentoya Fransayê gotarek li ser rewşa Sûriyeyê, çarenivîsa kurdên Rojavayê Kurdistanê û şerê li dijî DAIŞê pêşkêş kir.

Barrot derbarê pêwendiya welatê xwe ligel kurdên Rojavayê Kurdistanê de got: “Kurd hevalbendên me yên dilsoz in, ew birayên me ne di şer de û em dest ji wan bernadin, me bi hevpeymanên xwe yên Kurd re şerê DAIŞê kir.”

Da zanîn jî: “Ji demjimêrên yekem yên piştî rûxandina Beşar Esed ve, min bang li Tirkiye û Şamê kir ku ji bo pêşîgirtina li aloziyan li Kobanê, agirbestê ragihînin.”

Herwiha got: “Li bakurê rojhilatê Sûriyeyê, ligel şerê li dijî DAIŞê, kurdan bi qehremanî zindanên ku bi dehhezaran terorîst tê de ne, parastin. Ji ber vê yekê me navbênkarî di navbera General Mezlûm Ebdî û hikûmeta Sûriya ya demkî de kir.”

Wezîrê Derve yê Fransayê got jî: “Me di van demên dawîn de navbênkarî di navbera kurdên Sûriye û Iraqê de kir, da ku bi hev re bihêz bibin. Di 13ê Sibatê de kurd dê beşdarî Konferansa Parîsê bibin û daxwazên xwe ragihînin.”

 

 
Fly Erbil Advertisment