Rêber Ehmed û Qasim El-Arecî aramiya sînoran gotûbêj dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed li Hewlêrê bi Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim El-Arecî re civiya û guftûgo derbarê rêkeftina ewlehiyê ya di navbera Iraq û Îranê de kirin. Herwiha behsa pirsa girtiyan û mehkûmên ku li Herêma Kurdistanê siza li wan hatine birîn û ji aliyê hikûmeta federal ve tên xwestin, kirin.
Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed îro 22ê Sibatê pêşwazî li Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim El-Arecî û şanda pê re kir.
Di civînê de ku Cîgirê Sekreterê Giştî yê NY bo Karûbarên Mirovî û Geşepêdanê li Iraqê Xulam Îshaq amade bû, guftûgo li ser girtî û mehkûman hat kirin, ku li Herêma Kurdistanê siza li wan hatine birîn û ji aliyê hikûmeta federal ve tên xwestin.
Her du alî hevnêrîn bûn ku kêşeyên van girtiyan li gorî yasayên karpêkirî yên Iraqê serederî bi wan re bên kirin û çareseriyek ji wan re bê dîtin.
Her îro jî civînek di navbera Komîta Hevbeş ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê li ser rêkeftina ewlehiyê ya di navbera Iraq û Îranê de, li Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê hate kirin.
Di civînê de Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed û Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim El-Arecî amade bûn. Tê de tekezî li ser hevahengî û karê hevbeş di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Federal û Komara Îslamî ya Îranê de hate kirin, ji bo zêdetir hevtêgihîştina ewlehiyê ji bo ewlehî û aramiya sînoran.