Trump: Di çend heftiyên bê de şerê Rûsya û Ukraynayê bidawî tê

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Amerîkayê di civîna xwe ya bi Serokê Fransayê re eşkere kir ku, di çend heftiyên bê de şerê navbera Rûsya û Ukraynayê bidawî tê. Serokê Fransayê jî daxwaza gerentiya seqamgirî û ewlehiya Ukraynayê ji Trump dike.
Berî bigehe Koçka Spî û bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re bicive, Serokê Fransayê Emanuel Macron peyamek li ser tora civakî ya Xê parve kir û tê de piştevaniya azatiya Ukraynayê di rûbirûbûna Rûsyayê de tekez kir, di demekê de ku Trump Ukraynayê di şerê li beranberî Rûsyayê de tawanbar dike.
Emanuel Macron îro (Duşem, 24.02.2025) ji bo pêşhatên şerê Rûsya û Ukraynayê de gehişt Koçka Spî û bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re civiya.
Piştî wê civînê, Donald Trump û Emanuel Macron di konferanseke rojnamevanî de hûrgiliyên danûstandinê navbera xwe ragehandin. Macron ragehand, “Ewropa hêzên bergiriyê mukom dike.” Macron daxwaz kir ku Amerîka bi hêz tevlî ewlehî û seqamgiriya Ukraynayê bibe. Tekez jî kir ku, divê Ukrayna tevlî danûstandinê bidawîanîna şerî bibe.
Donald Trump jî amaje da ku, bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re dicive, lê diyar nîne kengî dicivin. Navbirî got, “Piştî lihevkirinê, çi şerek li Ukraynayê namîne ku ji ber wî şerî nêzî milyonek û 400 hezar serbazan ji her du aliyan hatin kuştin.”
Navbirî eşkere jî kir, “Amerîkayê bi 350 milyar dolaran alîkarî ji bo Ukraynayê dabîn kirine. Ji bo ku ew pere vegere, nêzîk e ku Amerîka lihevkirinekê bi Ukraynayê re ji bo derxistina samanên xwezayî îmza bike. Herwesa biryar e Serokê Ukraynayê vê heftiyê an heftiya bê serdana Koçka Spî bike û wê lihevkirinê îmza bike.”
Serokê Amerîkayê haydarî jî da, “Eger ew şer neyê bidawîanîn, dê di xalekê de şerê cîhanî yê sêyê çê bike. Ez bi Zelenskyy re dicivim, mimkin e vê heftiyê an heftiya bê serdana me bike ji bo ku wê lihevkirinê îmza bike. Ez bi Putin re jî dicivim, niza kengî.”
Du sal di ser şerê Rûsya û Ukraynayê re derbaz dibin, herwesa amar li ser zirarên canî û mirovî tên eşkerekirin. Amerîka jî wekî piştevaniya yekê ya Ukraynayê di wî şerî de tê hesibandin û niha jî bizavê ji bo aştiyê di navbera her du welatan de dike.