Serok Barzanî û şanda Hudaparê danûstandinan li ser piroseya aştiyê li Tirkiyeyê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî pêşwaziya şanda Hudaparê dike û pê re danûstandinan li ser piroseya aştiyê li Tirkiyeyê dike.

Serok Mesûd Barzanî îro (Çarşem, 26.02.2025) li Pîrmamê pêşwaziya şandeke bilind a Hudaparê bi serokatiya Serokê Giştî yê Hudaparê Zekeriya Yapicioglu kir.

Di wê hevdîtinê de, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser piroseya aştiyê li Tirkiyeyê û pêngavên bidestxistina çareseriyê li hev guhertin, herwesa tekez li ser giringiya piştevanî û hevahengiyên aliyan jî hat kirin, ew jî pêxemetî biserxistina piroseya aştiyê û bidestxistina çareseriyê li Tirkiyeyê.

 

 
Fly Erbil Advertisment