SOHR: Li bakurê Dêrezorê 12 kes di êrîşên Tirkiyeyê de hatin kuştin

Arşîv
Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bakurê Dêrezorê di encama êrîşên artêşa Tirkiyeyê de, 12 kes hatin kuştin, ku 8 ji wan sivîl in.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan (SOHR) îro 27ê Sibatê belav kir, 6 karkerên sivîl ku li kargeheke leşkerî yê girêdayî HSDê kar dikin, li herêma El-Ruwêş li gundewarê bakurê Dêrezorê di encama êrîşeke droneke Tirkiyeyê de hatin kuştin.

SOHRê da zanîn jî, 4 endamên HSDê jî di wê êrîşa Tirkiyeyê de hatin kuştin. 

Herwiha SOHRê belav kir, droneke Tirkiyeyê otomobîlek li ser rêya Dêrezorê û Hesekê kir armanc û di encamê de, 2 sivîl hatin kuştin.

Li gorî amarên SOHRê, ji destpêka sala 2025’an ve heta niha, 19 kesan di êrîşên Tirkiyeyê li ser herêmên HSDê de hatine kuştin, ji nava wan, 13 kes sivîl in. Herwiha 12 kesên din jî birîndar bûne ku 7 kes ji wan sivîl in.

 
Fly Erbil Advertisment