Li Wanê bo dema 15 rojan çalakî hatin qedexekirin

Diyarbekir (K24) - Li Wanê tevaya çalakiyên cuda cuda ji bo dema 15 rojan hatin qedexekirin.
Li ser wê qedexeyê, Parêzgerîya Wanê daxuyanîyek parve kir û wiha got:
‘’Di nav sînorên erdnîgarî yên parêzgeha Wanê de, ji 27.02.2025an heta 13.03.2025an, ji xeynî yên ku ji aliyê parezgerî û qeymeqamtiyê ve guncav hatine dîtin, hemû çalakiyên wek meş, civîn, xwenîşandan, civînên vekirî û bûyerên hundur û daxuyaniyên çapemeniyê, rûniştin û anket, vedana kon û standan, kampanyayên îmzeyan, belavkirina belavok, broşur û her çalakiyeke protestoyî hatine qedexekirin.”