Li Wanê hemû cureyên çalekiyan hatin qedexekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Wanê hemû cureyên çalekiyên wek xwepêşandan, meş û rûniştin, ji bo 15 rojan hatin qedexekirin.
Parezgerîya Wanê di daxuyaniyekê de ragihand, di nav sînorên parêzgeha Wanê de ji xeynî yên ku ji aliyê parezgerî û qeymeqamtiyê ve guncav hatine dîtin, hemû çalakiyên wek meş, civîn Xwepêşandan, civînên vekirî, daxuyaniyên çapemeniyê, rûniştin û anket, vedana kon û standan, kampanyayên îmzeyan, belavkirina belavok, broşur û her cure çalakiyên protestoyê hatine qedexekirin.
Li gorî daxuyaniya Parezgerîya Wanê, qedexeya çalakiyan ji 27.02.2025an heta 13.03.2025an berdewam dibe.