Ahmet Turk: Bihêzbûna biratiya Kurd û Tirkan Tirkiyeyê dike bihêztirîn welatê Rojhilata Navîn

Navenda Nûçeyan (K24) - Ahmet Turk di nûtirîn daxuyaniya xwe de di derheqa piroseya aştiyê de got, “Pêdivîtiya Tirkan bi Kurdan heye, pêdivîtiya Kurdan jî bi Tirkan heye; divê hemî kes bi vê lojîkê serederiyê bikin.”
Siyasetvanê Kurd û Serokê Şaredariya Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk, ku di dawî hevdîtina şanda Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) ji bo Îmraliyê de, bi Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê zindankirî Ebdila Ocalan re civiya û paştir peyama Ocalan bi zimanê Kurdî xwand, di çavpêkeftineke tilevizyonî de behsa wê peyamê û piroseya nû ya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê kir.
Ahmet Kurd pêdivî dibîne ku, “PKK di kongireyê de xwe hilweşîne û ji niha û pê de divê pêngav ji bo bihêzkirina biratî û dostîniya dîrokî ya Kurd û Tirkan bên avêtin.” Amaje jî da, “Eger Tirkiye siyaseteke tevgir peyrew bike, hingê biratiya hezarsalî ya Tirk û Kurdan bihêztir dike û dibe bihêztirîn dewlet li Rojhilata Navîn.”
Navbirî got, “Ew mijarên asodebûnê bi civakê didin ew in ku, îro bi hezaran kes bi awayekî nerewa û neqanûnî di zindanan de ne, divê ev bê çarekirin.” Ron jî kir, “Herwesa divê jîngehek bê çêkirin ku zimanê Kurdî bi azadî pêş bikeve. Li ser pêkanîna Tirkiyeyeke pirçandî, ev pêngaveke û divê bê avêtin.”
Serokê Şaredariya Mezin a Mêrdînê tekez li ser berdewamiya bizavan ji bo biserxistina piroseya aştiyê kir û got, “Divê hemî partiyên siyasî, hêzên çekdar û hêzên demokrasî vê yekê bizanin. Pêdivîtiya Tirkan bi Kurdan heye, pêdivîtiya Kurdan jî bi Tirkan heye; divê hemî kes bi vê lojîkê serederiyê bikin.”