Hakan Fîdan: Divê HSD xwe hilweşîne berî ku Tirkiye êrîşî ser wê bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ragihand, divê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) xwe hilweşîne, berî ku Tirkiye operasyoneke leşkerî li dijî wan dike.
Rojnameya “Financial Times” a Brîtanî îro 6ê Adarê li ser zarê Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan belav kir, Enqerê pêşwext haya wê ji êrîşa Heyet Tehrîr El-Şam a li ser rêjîma Beşar Esed tune bû.
Fîdan got: “Divê HSDê xwe hilweşîne û çekdarên xwe yên ne sûrî ji welat derbixin. HSDê divê xwe hilweşîne, berî ku Tirkiye operasyoneke leşkerî li dijî wan dike.”
Herwiha got ku, nêzî 2 hezar çekdarên PKKê di nava HSDê de hene û ew wek Tirkiye rê nade HSD ku berdewam be.
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê hêvî kir ku Trump hêzên Amerîkayê ji Sûriyeyê vekişîne û got, dibe ku hêzên Tirkiyeyê dest deynin ser kamp û zîndanên ku di destê HSDê de ne.
Hakan Fîdan ragihand: “Kiryarên Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo endamên NATOyê hişyariyek e, ta ku yekgirtî bimînin û navenda xwe ya giraniyê dîzayn bikin.”
Tekez kir jî, eger NATO hilweşe, Tirkiye dixwaze bibe beşek ji avahiyeke ewlekariya nû ya Ewropayê.