70 kes di şerên navbera hêzên ewlehiyê û çekdarên bi ser Esed de hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) - Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan îro (În, 07.03.2025) radigehîne, “70 kes li Laziqiyeya Sûriyeyê ji ber şerên, ku ji duhî ve di navbera hêzên ewlehiyê û çekdarên bi ser Serokê Sûriyeyê yê pêştir Beşar Esed de çê bûne de, hatin kuştin.”
Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan li ser hisaba xwe ya tora civakî ya Xê parve kiriye, “Ji bilî kuştina zêdetirî 70 kesan, gelek kesên din jî birîndar bûne û wekî êxisîr ketine destên hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê.”
Pêştir jî rewangeha navbirî eşkere kiribû ku, 48 kes di şerên bajarkê Cîbleyê û derdorên Laziqiyeyê de hatibûn kuştin, ku 28 ji wan ew çekdar bûn ên ku piştevaniya Beşar Esed dikin. 40 welatiyên sivîl jî bi teqeya hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê hatine kuştin, zêdebarî ku 16 kes ji hêzên ewlehiyê di êrîşa alîgirên Beşar Esed de hatine kuştin.
Ji ber wan aloziyên ku piştî nemana Beşar Esed û hatina Ehmed Şera bo ser desthilatê rûbirûyî Sûriyeyê bûne, hemî livîn û hatin û çûn ji aliyê desthilata nû ya Sûriyeyê ve hatine qedexekirin.
Hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê îro (În, 07.03.2025) dest bi operasyoneke berfireh kiriye, ji bo desteserkirina alîgirên Beşar Esed li Laziqiye û Tertûsê.