ENKS: Ragihandina Destûrî mafên netewî û olî yên pêkhateyan gerentî nekirine

Navenda Nûçeyan (K24) - Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) amajeyê dide ku, ragihandina destûrê nû yê Sûriyeyê "hêvî têk dan û ji xwestekên avakirina dewleteke demokrat ku pirengiya civaka Sûriyeyî diyar bike dûr e ."
ENKS îro di daxuyaniyekê de got: "Ev Ragihandin ji aliyê komîtekê ve hatiye amadekirin ku nûnertiya tevaya pêkhateyan nake, û bi vê yekê jî rêbaza dûrxistin û yek desthilatê hatiye çespandin."
ENKSê herwesa got, "Ragihandina Destûrî mafên netewî û olî yên pêkhateyan gerentî nekirine, û li ser nasnameya yek netewê di navê dewletê de, maye."
Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê tekez jî kir ku, vê Ragihandinê sîstema navendiyê bihêz kir û desthilatdariyên berfireh dane Serok, û gerentî ji bo cudakirina desthilatan tune ne.
ENKSê di pareke din a daxuyaniya xwe de got, "Ev yek metirsiya dubare çêkirina stemkariyê bi dariştineke nû derdixe holê."
Encûmena navbirî amaje jî da: "Em dibînin ku ev Ragihandina Destûrî gaveke din e berev çespandina yekalîbûn û birina desthilatê. Ji bo vê yekê jî, divê hemû hêzên niştîmanî demokratî û netewî helwestekê bistînin, ji bo dubare lêvegerînê."
Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) di daxuyaniya xwe de tekez jî kir ku, ew pabendî xebatê ne ji bo çareseriyeke dadmend ji bo doza Kurdî ku doza miletekî resen e, "di çarçoveya Sûriyayeke nenavendî de ku mafên tevayan tê de parastî bin."