Mesrûr Barzanî: Em hêvîdar in li paşerojeke nêzîk hikûmeteke bihêz û hevgirtî pêk bînin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Duşem, 17.03.2025) pêşwaziya Balyozê Fransayê li Îraqê Patrick Durel kir.
Di ragehandineke Serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatiye, “Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê Fransayê li Îraqê Patrick Durel kir, û her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser rewşa giştî ya Îraq û Herêma Kurdistanê û deverê li hev guhertin.”
Tewerekî din ê wê civînê girêdayî danûstandinên pêkanîna Kabîneya Dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû. Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje da wê yekê ku, rewşeke erênî û hevfêmkirineke baş peyda bûye û em hêvîdar in li paşerojeke nêzîk hikûmeteke bihêz û hevgirtî pêk bînin.”
Giringiya nehêlana astengên di rêya hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê û dabînkirina pişka budceyê ya Herêma Kurdistanê û rêzgirtina li qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê jî pareke din a danûstandinan bû, ku Konsulê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê Yan Brem jî di wê civînê de amade bûbû.
