ENKS û PYDê civiyan

Navenda Nûçeyan (K24) - Civîna Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) û Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) bi amadebûna Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li bajarê Hesekeyê yê Rojavayê Kurdistanê dest pê kir.

Li dû wan zanyarên ku bi dest K24ê keftine, ew civîn ji bo rêkxistina navmala Kurdan li Rojavayê Kurdistanê û pêkanîna şanda hevpar ji bo danûstandinên bi Şamê re û gerentîkirina mafên gelê Kurd li Sûriyeyê ye.

Ev civîna duyê ya navbera şanda danûstandinan a ENKSê bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî re ye di dema kêmtir ji heftiyekê de, ku ji bo rêkxistina navmala Kurdan dicivin.

Biryar e piştî temambûna wê civînê, her du alî ragehandineke hevpar ji bo raya giştî parve bikin.

Ev civîn di demekê de ye ku, şandeke ENKSê li roja Pêncşema borî bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî re civiya û bi awayekî giştî danûstandin li ser rewş û pêşhatên Sûriyeyê kirin.

Berdevkê ENKS Feysel Yûsif di derheqa wê civînê de jî ji K24ê re ragehand, “Her du aliyan li ser lihevkirina navbera Serokê Sûriyeyê yê demkî Ehmed Şera û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî de danûstandin kirine û dîtin û nerînên xwe di vî warî de li hev guhertine.”

Feysel Yûsif amaje jî daye, “Her du alî li ser pêkanîna şandeke hevgirtî û hevpar ji bo destpêkirina danûstandinan bi desthilatdarên Şamê re li ser mafên gelê Kurd li Sûriyeyê hevnerîn bûn.”

 
 
 
Fly Erbil Advertisment