Mesrûr Barzanî: Newroz bîranîn e ku stem heta dawiyê berdewam nabe

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigehîne, “Newroz tenê rojeke nû nîne, belkî bîranînek e ku zilm û stem heta dawiyê berdewam nabe.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 20.03.2025) tevlî ahenga Newrozê ya Akrê bû û di wê çarçoveyê de bi xêrhatina mêvanan kir û got, “Ev gelek sal in ku keç û kurên Akrê xetîrên agirê Newrozê dibin serê çiyayê Kelê, ku bûye sedema wê yekê ku Akrê bibe Paytexta Newrozê.”
Mesrûr Barzanî herwesa got, “Newroza îsal ji bo me gelek taybet e ji ber ku Pêşmerge û Serwer û Rêber Serok Barzanî bi me re tevlî vê ahengê bûye.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiyeke taybet pêşkêşî xelkê Akrê kir û got, “Her sal xelkê Akrê bi rêkxistina ahenga Newrozê ve gelek diweste, herwesa dîmenên xweşik ên Akrê nîşa hemî cîhanê didin û himbêza xwe ji bo geştyaran vedikin.”
Mesrûr Barzanî di derheqa Newrozê de jî got, “Newroz tenê rojeke nû nîne, belkî bîranînek e ku zilm û stem heta dawiyê berdewam nabe û ew netewe û gelên daxwaza azadiyê dikin rojekê her dê bi dest bixin.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê hêvî jî kir ku, cejna Newrozê ji bo gelê Kurd li Kurdistanê û seranserî cîhanî bibe sedema aştî û pêkvejiyan û bexteweriyê.
Bi amadebûna Serok Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û hejmareke zêde ya balyoz, konsul, diplomat, nûner, şandiyên diplomasî yên welatan li Îraq û Herêma Kurdistanê û tevlîbûna bi hezaran welatî û geştyaran, Kernevala Cejna Newrozl û Serê Sala Kurdî îro (Pêncşem, 20.03.2025) li Paytexta Newrozê li qezaya Akrê bi rê ve diçe.
Cejna Newrozê an destpêka sala nû di nav bi dehan welatên Rojhilata Navîn û Asyaya Navendî de tê kirin û her yek ji wan welat û gelan wê cejnê an destpêka sala nû pîroz dike.
Li cem gelê Kurd Newroz sîmbola azadî û serkeftinê û berhingarbûna zordariyê ye. Her sal bi lixwekirina kincên Kurdî û hilkirina agirî li hemî bajar û bajarkên Kurdistanê cejna Newrozê tê pîrozkirin û gelek çalakî jî tê de tên kirin. Îsal jî li Akrê di merasîmeke mezin a fermî de agirê Newrozê tê hilkirin û çend çalakiyên cuda cuda tên kirin.