Akif Hesen: Ahenga Newroza Kolnê ji bo hevgirtina aliyên Rojavayê Kurdistanê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Konfederasyona Kurdên Diyaspora îro li bajarê Kolnê yê Almanyayê ahengeke mezin a Newrozê lidar dixe. Armanca ahengê jî, ji bilî pîrozkirina Newrozê, piştgiriya Rojavayê Kurdistanê ye.
Rêveberê Ahenga Kolnê Akif Hesen ji K24ê re ragihand: “Me biryar da ku ji bo Newrozê, şahiyek hevbeş lidar bixin. Armanca me hevgirtina aliyên Rojavayê Kurdistanê ye ku di qonaxeke hestiyar re derbas dibe.
Akif Hesen got jî: “Erkê dîasporayê ye ku nehêle gelê kurd li ti beşekî Kurdistanê bê piştgirî bimîne, ligel wê jî divê kurdên dîasporayê fişarê li Sûriyeyê bikin, ji bo diyarkirina mafên kurdan di destûra nû ya Sûriyeyê de.”
Herwiha got, ev Newroz ji Newrozên din cudatir e. Weke ku wî got: Ev Newroz, Newroza berxwedan, azadî û serhildanê ye. Ger em ji vê derfetê sûd wernegirin, dibe ku sed salên din jî nikaribin vê derfetê bidest bixin.
Rêveberê Ahenga Kolnê tekez kir, “Kurdên îro ne wek kurdên berê ne. Berê hin kurdên li dîasporayê dihatin pîrozkirina Newrozê, lê di vê Newrozê de em hemû tên cem hev, wek peyamekê ji her kesî re didin ku kurd yekgirtî ne.”
Akif Hesen spasiya peyama Serok Barzanî ya ji bo kurdên dîasporayê kir û got: “Kurdên dîasporayê dê îro bersiva peyama hêja ya Serok Barzanî bidin.”